Ferqa navbera hêjayiya dibistanan zêde dibe

Ferqiyeta di navbera qarneyên şagirtên dibistanan de zêdetir bûye. Herweha xuya ye ku perwerdeya dê û bavan jî di vê ferqiyetê de roleke mezin dileyîze, radighîne televizyona Swêdê, SVT pejl.

Di warê asta qarneyan de jî ferqa di navbera dibistanan de ji sala 1990’î û vir ve zêdetir bûye.

Li gorî vê, ferqa navbera dibistanên bi merît-pûanên herî nizim û herî bilind 71 merîtpûan e. Sala 1998’an ev ferq 45 merîtpûan bûn.

Ferqa navbera dibistanên li bajarên herî mezin, Stockholm, Malmö û Göteborgê zêdetir e. Di sala 1998’an de ferqiyeta navbera dibistanan binavcînî 65 merîtpûan bûn, lê ev di sala 2011’an de giha ye 108 merîtpûanan.

Li gorî lêkolîna televîzyona Swêdê perwerdeya dê û bavan çêbûna vê ferqa mezin de roleke girîng dilîze.

Li dibistanên bi şagirtên bi dê û bavên xwendina nizim merîtpûan jî nizim in. Lê li wan dibistanan ku dê an jî bavekî şagirt xwendina zaningehê kiriye merîtpûan jî bilind in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".