Keçek din jî ji balkonê ket jêr

Polêsê swêdî di derbarê keçikek ciwan de ku piştî ketina ji balkonek jiyana xwe wenda kiribû bi şika mêrkujiyê lêpirsîn da destpêkirin, dinivîsîne rojnama Expressen.se. Bûyer îro serê sibê (pêncşemê) li taxa Hässelby ya li rojavayê Stockholmê pêk hat.

– Hîn tişt û bûyerên derdorê dikin ku em şika mêrkûjiyê bikin. Gereke em zanibin ew kesên li cihê bûyerê bûn, wan çi dîtine û çi bîhîstine, dibêje Kjell Hellström, şefê qerekola Västerort, ji ajans nûçeyan TT re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".