Navenda çandî ya Îraqê li Stockholmê vebû

Iraqê li Stockholmê yekem navenda çandî ya li Ewrûpayê saz kir. Navenda çandî ya ku li başurê Stockholmê ye ji ber sedema ku gelek Îraqî li Swêdê dijîn hatiye vekirin. Li Swêdê îro 200 hezar hemwelatiyên îraqî dijîn. Lê armanca navendê ne tenê ew e ku xizmetê bide tenê îraqiyan. Ewê her weha danûstendî bi derdorên çandî yên swêdî û milletên din re jî deynin. Navenda çandî ya Iraqê wê ji aliyê hikûmata Iraqê û wezareta çandê ya li Bexdayê dê were  fînanse kirin. Di nav xebatên navendê de helbest, konser û pêşangehên hunerî hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista