Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Pirsa jinên ji Enfalê xelas bûne li Riksdagê

Hat weşandin torsdag 7 juni 2012 kl 17.35
Wêne: Tomas Oneborg/Scanpix.

Mexdûriyeta jinên kurd di komkûjiya Enfalê ya rejima Saddam Huseyîn de îro li parlamentoya Swêdê bi semînerek hat rojevê. Amadekar balê dikşînin ser wê yekê ku piraniya wan kesên di Enfalê de hatin tunekirin jin û zarok bûn û jin hedefeke sereke bûn.

Lê rexnegir dibêjin li başûrê Kurdistanê ev rastî têra xwe balê nakşîne û jinên ji Enfalê xelasbûne û bi pirsgirêkên psîkolojîk re dijîn têra xwe alîkariyê ji civaka kurdî nagirin.

Di semînera îro de ku ji aliyê parlamenterên ji partiya çep û kesk bi rêxistina mafên mirovan Chak re hat amadekirin de, nûnerê Hikûmeta herêma Kurdistanê û parlamenterên kurd yên ji partiyên cûda yên başûrê Kurdistanê beşdar bûn.

Hetanî niha parlamentoya Swêdê dido caran pêşniyaza naskirina Enfalê weke komkûjî red kiriye, ji ber ku hikûmeta Îraqê vê yekê weke komkujî nas dike, û înkara wê nake.

Lê rêxistina Chakê dixwaze naskirina Enfalê weke jenosîd careke din bi balkişandina ser mexdûriyeta jinan bîne rojeva parlamentoya Swêdê, dibêje Qadir Nadir, endamê Chakê û yek ji amadekarên semînera îro.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".