Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Greva otel û restorantan bi paşve hat xistin

Hat weşandin fredag 8 juni 2012 kl 10.15
Mesele bilindkirina destheqa asgarî ye. Wêne: Richard Drew/Scanpix.

Karkerên otel û restorantan yên li Stockholm, Göteborg û Malmöyê diviya ku îro ji piştnîvro û pê ve dest bi grevek bikin. Lê Sendîkaya otel û restorantan kêliyek berê ragihand ku wan greva xwe bi paş ve dan e.

Pirsgirêka sereke maaşên asgarî ye. Sendîka daxwaz dike ku maaşên asgarî mehane bi 600 kronî were bilindkirin. Lê rêxistina karbidestan VISTA naxwaze ji 500 kronî bêtir bilind bike.

Sendîkayê duh êvarê ji teklîfa navbeynkaran re gotibû NA.

Midûra gîştî ya VISTAyê Eva Östling Ollén serê vê sibê gotibû ew ne bawer e ew û sendîka karibin li hev werin û rewş weke ’gelek aloz’ nirxandibû.

Lê sendîkaya otel- û restorantan demek berê ragihand ku niha derfet çêbûne ku ew û karbidest li ser peymanek li hev bikin û ji ber vê jî ew greva xwe ya ku diviya îro di saat didûyan de destpêbikira bi paş ve dane.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".