Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Dêr deriyê xwe ji dibistanan re digire

Hat weşandin fredag 8 juni 2012 kl 12.07
Kevneşopiyek bi dawî dibe? Wêne: Mons Brunius/Scanpix.

Çend ji cemaetên Dêra Swêdê merasimên dawîkirina dibistanê li hundirê dêrên xwe qebûl nakin. Midûriyeta Gîştî ya Dibistanan dibêje dibistan karin merasimên xwe li dêrê çêbikin heger ku midûrê dibistanê bi xwe karibe biryarê bide ka dê merasimê de çi bê gotin – lê gelek ji cemaetan ji vê yekê nerazî ne.

Li Swêdê kevneşopiyek e ku dibistan merasima dawîkirina perwerda salê li dêrê li pêk tînin. Lê li gorî qanûna nû ya dibistanan ol nikare rengê xwe bide perwerdekariyê. Û Midûriyeta Gîştî ya Dibistanan dibêje merasim dikare li dêrê were çêkirin heger ku ev ji aliyê olî ve bêalî, nutr be.

Lê gelek ji cemaetan protesto dikin û dibêjin tenê keşe xwedî wî mafî ye ku biryarê bide ka dê li hundirê dêrê çi bê gotin.

Berth Löndahl, li cemaeta Bunkeflo keşe ye û dibêje:

– Em nikarin ji hêla olî ve bêalî bin. Ji ber ku ez weke oldarekî, ne bêalî me. Ez keşeyê Dêra Swêdê me. Problem ew e ku ji min re weke keşeyekî vekirî dibêjin: tu nikarî dûayan bikî û mirovan berxudar bikî.

Lê bi ya Midûriyeta Gîştî ya Dibistanan qanûna nû ya dibistanê, di derbarê merasimên dawîkirina dibistanê de gelekî zelal e. Qanûn bi tû awayî cîh nade keşeyan ku zarokan berxudar bikin, dibêje Claes-Göran Aggebo, rêvebirê perwerdekariyê li Daîreyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".