Wezîrê darayî yê Swêdê Anders Borg. Wêne: Henrik Montgomery/ Scanpix

Rêya beheștên bacê ji bo șirketan tê girtin

Șirket dê êdî nikaribin pereyên xwe derbasî welatên bi beheștên baca hatine nasîn bikin. Wezîrê darayî Anders Borg îro pêșnîyaza dawî ya derbarê pêșîlêgirtina plandanînên bacê bi alîkarîya lêҁûnên fayiz ve pêșkêș kir.

Wezîrê darayî Anders Borg nuha derîyên bo beheștên baca, ango bo welatên bê bac yan jî bi bacên kêm û herweha bo amadekirinên mezin yên baca digire.

Dê êdî bo șirketan nemumkin be pereyên xwe derxin derveyî welat bwelatên bi vî awayî. Berîya nuha ev pêșnîyaza bo pirsîna dîtinan hewale bû û tûșî gelek rexneyan ji alîya endustrî û bazirganîyê bû. Nuha ҁend rastkirin di pêșnîyaza berê de ҁêbûn, di nav wan de ku șîyana daîreya bacê, Skatteverket bo nirxandina piștre di warê jêbirîna bacê de tên sînor kirin.

Wezîrê darayî Anders Borg dixwaze ev pêșnîyaz ji serê salê ve dest pê bike û li gor bawerîyên wî  dê sîstemeke baș be û dê ev modêla jêbirînê xwedan heman ewleyîya yasayî be wekî warên din.

Ev pirsa bal kișand piștî riswabûna warê lênerînê ya bêhtirê wê bi șirketa Carema ve girêdayî bû. Hatîye gotin jî ku hem fonên AP yên dewletî vê sîstêmê bikar tîne. Hîna di adarê de Borg ev pêșniyaza pêșkêș kir û wê demê rexne ji aliyê rêxistina kardêrên warê endustrî û bazirganîyê hatin, yên digotin ku rîsk nirxandineke jêbirînê ya ne adil dê wê demê peyda bibe, ji ber ku daîreya bacê ya giștî dê bi qebûl kirina van rewșan rabe.

Diyare Borg piҁekî li gor daxwazên kardêran ҁûye. Imkanên daîreya bacê ku van jêbirînan piștre binixîne bisînor dibe û li van jêbirîna tên nerîn li gor modêla ji berê ve heye.

Lê Borg dibêje ku her dîsan jî daîreya bacê ye ya dê kontrol kirinan pêkbîne, ji ber ew karê wa ye û di dawîyê de jî di dadgehê de birîyar tên wergirtin:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".