Ciwanên SD bê hemdî alîkarî wergirtin

Federasyona ciwanan ya Demokratên Swêdê li bajarê Helsingborgê bêyî ku xwedî mafê wergirtina alîkariya aborî be di navbera salên 2004-û-2012’an de ji şaredariyê nêzî 900 hezar kron alîkarî wergirtîye. Qismek ji pareyan hatiye şandinê rêxistina ciwanan ya partiyê SDU ya di qada netewî de.

Ji bo ku SDU-Helsingborg karibe xwedî mafê wergirtina alîkariyê be gereke SDU ya di qada netewî de xwedî mafê wergirtina alîkariya dewletî be, lê ev new isa ye.

Bi ya Daîreya Rêvebiriya Ciwanan, SDU ya netewî tu car alîkariya dewletî wer-ne-girtiye, ji ber ku serîlêdanên wan tu car rêkûpêk nebûne.

Şaredariya Helsingborgê qebûl dike ku wan di kontrola xwe de kêmasiyan kirine.

Berdevkê çapemeniyê yê Demokratên Swêdê jî dibêje ew tu car ji wê yekê hayedar nebûne ku ji bo wergitna alîkariya aborî ya herêmî pêwîst e mirov ewil alîkariya dewletî wergire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".