Rîska qezayên kar zêde dibe

Rîska ku li cihê kar qezayek cidî were serê mirov zêde bûye. Vê yekê raporek nû ji Sîgorta AFAyê nîşan dide, ku xwediyê wê aliyên bazara kar e. Zêdebûna qezayan ya herî berçav di pîşeyên karên jinan de, di sektora tendrûstî û nexweşiyê de tên dîtin. Rîska ji bo xebatkarên zilam weke salên berê ye û neguherî ye. Lê di hîn branşên wekî avakarî û înşaatê de û di nav endûstriya metal de jî rîska qezayê zêde bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".