Annika Winsth a ji Nordeayê

Mezinbûna aborî ya Swêdê radiweste

Mezinbûna aborî ya Swêdê, tevî pêşkeftineke baş ya di sêmeha ewil de, kêm dibe, li gorî pêşbîna bankeya Nordeayê. Sedemê vê rewşa aloz ya li herêma Euroyê ye ku li wir krîz dikare hîn kûrtir be. Encameke vê dikare ew be ku bêkariya li Swêdê bilindtir be û Banqeya Navendî di nîvsala dûem de faîza repoyê nizim bike.

Mezinbûna aborî ya salane ji bo Swêdê ji sedî 0.4 e. Lê ev dîsa jî bi welatên ewroyê re qiyas gelekî baş e.

Şef-ekonoma bankeya Nordeayê Annika Winsth dibêje Swêd di halî hazir de ji ber krîza ewrûpî ketiye pêvajoyeke xeter. Şaşîtiyeke biçûk dikare encamên nebaş yên cidî bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku welatên Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya hev bikin – ”yek têk biçe dikare yên din jî bi xwe re têk bibe” dibêje Annika Winsth ji nûçeyên radyoya Swêdê re.

Nordeayê her weha bazara xaniyan ya Swêdê jî analîz kiriye û dibêje îstikrarek baş heye. Bi ya banqeyê di nav pênc salên pêş me de dê buhaya xaniyan salane bi sedî navbera sisê û çarî de bilind bibie.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".