KD dikare 2014'an de hikûmeta burjuwa bixe

Piştgiriya hilbijêran ya ji bo partiyên hikûmetê di lêkolînên taze yên raya gîştî de bi berdewamî da dikeve. Herî xerab rewşa Xiristiyanên Demokrat e, ku di lêkolîna Expressen/Demoskop de tenê ji sedî 2.4ê dengê hilbijêran wergirtiye. Dengên ji bo partiyê ewqas nizim in ku Demoskop dibêje Xiristiyanên Demokrat bi awayeke gelek berçav di bin sînorê ji sedî 4 ya ketina parlamentoyê de ye.

Serokwezîr Fredrik Reinfeldt lêkolîna dawî şîrove kir û got: ”Em dixwazin hevgirtina burjuwa bi pêş bikeve û ji bo em karibin di sala 2014’an de careke din werin ser hikûm pêwîst e her çar partiyên hevgirtinê jî têkevin parlamentoyê.”

Di lêkolîna Expressen/Demoskop de partiyên sorekesk bi hev re ji sedî 50.2 dengan wergirtine û bi ji sedî 7.6 li pêş bereya partiyên burjuwa ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".