Polês gule berda zilamê bi kêr

Polês îro li navenda Stockholmê li Skeppsbron gule berda zilamek ku bi kêrekî xelkê tehdît dikirin. Şahidek ji nûçegihanê ajansa TT re dibêje zilamê bi kêr xwestiye zerarê bide wî. Çend kesan telefon dane polês û li cihê bûyerê polês ewil dido dule ber bi hewa ve teqandine û piştre guleyek berdane çaqê wî. Li gorî şahid, zilam her weha xwest kêr li polês jî bide. Zilamê gulekirî ji bo tedawiyê rakirin nexweşxanê û polês di derheqê wî de lêpirsîn daye destpêkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".