Foto: Ingvar Karmhed/Scanpix

Sektora avakirinê gendel e

Di aborîya Swêdê de beşê ku herî zêdê bertîlxwerî û gendelî tê de heye sektora avakirinê ye. Û bertîlxwerên herî mezin zilamên navsere ne. Kesên ku van sûcan dibînin û gilî dikin jî mirovên ferdî û rojnamevanin. Ev encama pêşdarîkirinekê ye ku ji 130 dozên sixtekarîya di beledî û wîlayetan de hatî kirin de kifş dibe.

Lêkolîna ku ji alîyê Daîreya Dewletî Statskontoret ve hatîye amadekirin beşeke ji rapora ”Têkilîyên kirrî – Bertîlxwerîya di beledîyên Swêdê de”. Rapor îro radestî hikûmetê tê kirin.

Li gor rojnameya SvD, Statskontoret pêşnîyaz dike ku kesên gilî dikin bêne parastin û nîvê karkerên beledî û wîlayetan pêwistîyê bi perwerda li hember bertîlxwerîyê dibînin.

Johan Sörensson ku yek ji lêkolîneran e dibêje hişyarîya xeterê hindik e, çavdêrî kêm e û hejmara karkeran sînorkirîye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".