Serokê Kristdemokraterna Göran Hägglund.

Haya hevkaran ji daîreya nû nîne

Partîya Moderatan duh pêşnîyaz kiribûn ku daîreyeke nû ya resmî ji bo çavdêrîya xanîyên pîrûkalan bê avakirin, lê îro eşkerebû ku xebatên avakirina meqamekî wiha zûde hatine destpêkirin. Xebat ewqas pêşde çûne ku gelek kesan daxwaza karê birêvebirîya giştî ya vî meqamê nû kirine.

Hevkarên hikûmetê, Demokratên Xiristîyan (Kristdemokraterna) îro nerazîbûna xwe li hember pêşnîyaza ku duh ji alîyê sekreterê Moderatan Kent Persson ve hatibû kirin nîşan dan. Serokê Kristdemokraterna Göran Hägglund di Twitterê de weke rexne bi tinazî nivîsandîye ku ew ê vî meqamê nû weke jêkêmkirina baca kar bide nasandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".