Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i en industrilokal. Giftig rök sprider sig österut mot Giraffens köpcentrum. Alla som befinner sig i området bör bege sig därifrån. Boende i området uppmanas att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Kalmar.
(Publicerat idag kl 17.16)
.دەزگای کەشناسیی سوید هۆشیاری پلە سێی بەهۆی توانەوەی بەفرو هەستانی لاڤاوەوە لە هەرێمی یاڤلەبۆرێ ڕاگەیاند

Gerek psîkîyatrî li gor pașxaneyên ҁandî be

Hat weşandin måndag 11 juni 2012 kl 13.46
Wêne: Björn Larsson Ask/SCANPIX

Parvin Pooremamali di têza xwe ya doktorîyê de ya berîya demeke kurt li zanîngeha Malmöyê hate pêșkêș kirin, giheșt encama ku warê psîkîyatrîyê pêwîst e li gor pașxaneyên ҁandî yên nexweșan bên guncandin.

- Pooremamali dibêje, dema min kar dikir min bala xwe dayê ku pêwîstîya lêkolînê heye. Min yekser cudabûnên ҁandî navbera karmendên lênerîna psîkîyatrîyê û nexweșên bi esil neswêdî dît, berîya hertiștî ew yên ji rojhilata navîn yên min bêhtir bi wan re kar dikir.

Di dema amadekirina têza xwe de Parvin Pooremamali hem hevpeyvîn bi nexweșên ji rojhilata navîn re kirîye û hem jî bi terapevtên karî re yên di warê lênerîna psîkîyatrîyê de derman- û rêhabilîtedikin.

Hevpeyvînên wî pêkanîn eșkere diyar kirin ku ev herdu alî gelekê caran ji hev tênagihêjin û șașfêhmkirin gelekin navbera wan de. Kare derbarê nerîn û dîtinên derbarê malbatê, tendursitîyê , nexweșîyan yan jî derbarê karî be. Li gor nerîna Parvin Pooremameli, warê lênerînê li Swêdê di bin bandora bîrûbawerîyên kesperestî ya welatên rojavayî de ye.

-Biyanî tên bi pașxaneyeke ҁandî ya cuda û bîrûbawerîyên ҁandî yên din, ya giștî û kolektîvane û wê demê herdu alî lihevdikevin. Eger em behsa modêlên karî bikin, Pooremamali dibêje, ez bi xwe li Swêdê perwerde bûme û min bi xwe bala xwe dayê ku zehmet e mirov modêlên karî yên li gor nexweșên rojavyî saz bûne bo biyanîyan bikar bîne. Ji ber wê jî min dest pê kir û modêlên karî guhert û li gor wan saz kir.

Yekîneyeke lênerînê ku eșkere di dema dermankirin û teșxîsê de pașxaneya ҁandî ya nexweșî liberҁav digirin, yekîneya bo psîkîyatrîya transeksuel li zanîngeha Uppsala ye.

Șefê vê yekîneyê, Manuel Fernandez dibêje ku ew hem jî li rewșa penaberên tûșî serpêhatîyên traumayî bûne, wekî ișkence kirinê û reva ji ber komkujîya etnîkî dinerin:

-Beșek ji ya yekîneya bo psîkîyatrîya transeksuel ser kar dike, ku awayên cuda saz bikin bo karibin teșxîseke durist bidin dema yê nexweș xwedan pașxaneyeke ҁandî ya din be. Îca alaveke heye ku mirov bipêșxistîye , hem li Swêdê û li walatên din jî.

Ji bilî wê, Fernandez dibêje ku em hewil didin awayên dermankirinê li gor nexweșan biguncînin, wekî nimûne awayê terapîya reftara kognitîv, ya bi xwe awayê dermankirinê ya herî asayî ye di dema rewșên xemokîyê de ango depresyonê yan jî sîndromên posttraumatisk stess. Ji alîyê vê metodê ve pêwîstîy aguncandinê heye bi ҁanda yê nexweș re.

Li gor lêkolîner Parvin Pooremamali, eger cudabûnên ҁandî liberҁav neyên girtin wê demê rîsk peyda dibe ku bandorê li awayê dermankirina yê nexweș bibe.

-Ev grûpeke nazik û hesas e, bêhtirê caran jî xwedan gelek astengîyane û wê demê jî pêwîstîya têgihiștineke bêhtir û zanîyarîyên ҁandî heye. Eger mirov nikaribe bi awayekî baș têkilîyê bi wan re deyine û kêmasîyên têgihiștinê peyda bibin, nerazîbûn jî mezin dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".