Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Di nav SDU de şerê serokatîyê

Rexneyên eşkere yan nehênî

Di dawîya havînê de kongra federasyona ciwanên Demokratên Swêdê (Sverigedemokratisk Ungdom) tê lidarxistin. Û xuyaye ku tê de li ser serokatîyê wê xirecir derkeve. Yek ji pirsên sereke ew e bê federasyona ciwanan eşkere partîya sereke rexne bike yan na.

Serokê federasyona ciwanan yê niha Gustav Kasselstrand gelek caran vekirî nerazîbûna xwe li hember serokatîya partîya xwe nîşan daye û dibêje ciwanên partîyên din gelek bi serbestî partîyên xwe rexne dikin û eger em dixwazin bibin partîyeke normal divê em jî bikevine vê xetê.

Ev gotinên serokê SDU yê niha ye, lê rikbera wî Paula Bieler ku xwe di ber serokatîye re kirîye dibêje divê rexne berî her tishtî navxweyî bêne kirin û mirov yekdeng be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".