Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Lîstikvanê kohne malik li Swêdê xerab kir

Hat weşandin tisdag 12 juni 2012 kl 16.45
1 av 3
2 av 3
Rahênerê Swêdê Erik Hamrên
3 av 3
Zlatan Ibrahimovic xemgîn e

Swêdê duh di maça destpêkê ya Şampîyonîya Ewrûpa de li hember dewleta mazûlvan Ukrayna 2-1 winda kir. Di destpêka dewra duyê de Zlatan Ibrahimovic golek avêt, lê paşê ne bi gelekî lîstikvanê kohne yê Ukrayna Andrij Sjevtjenko du gol avêtin û pêşbazî bi vî awayî bi dawî bû.

Bi vê têkçûnê re xeyalên swêdîyên ku ji bo piştgirîya taximê xwe li Ukrayna ne şikestin. Anderas Spångberg ku ji Göteborg çûye Ukrayna dibêje:

- Bera lanet lê were. Bi min ya heq wekhev mayin bû.

Lê piranîya şîrovegeran encamê adilane dibînin, ji bo ku top bêhtir di destê Ukrayna de bû û wan bêhtir şens afirandin.

Gok girover e û futbol lîstikeke; yan mirov serdikeve yan winda dike. Di koma ku Swêd di nav de ye de taximê herî lawaz Ukrayna dihate dîtin û wê zora Swêd bir. Vêce têkçûna li hember Ukrayna tesîr li hêvîyên lîstikvanan jî kirîye. Bi raya Olof Mellberg rewş niha gelekî zehmettir bûye.

Eger mirov li îstatîstîkê jî binêre biserketina Swêd êdî pir dijwar xuya dike. Ji ber ku çi cara ku Swêdê lîstika xwe ya destpêkê winda kirîye wê nikarîye grûbê xelas bike û destevala vegerîyaye mal. Û di grûba Swêdê de niha jî du tîpên xurt Fransa û Ingilîstan mane.

Lê dîsa jî hin lîstikvanên Swêdê hêvîyên xwe ji binî winda nekirine:

Rasmus Elm dibêje erê barê me girantir bûye lê hê mecal heye. Em teslîm nabin.

Lîstikvanekî din ku nav di xwe dide Sebastian Larsson e.

- Rast e li gorî berya vê lîstika destpêkê barê me girantir bûye, lê em dizanin bê divê em çi bikin. Niha divê em vê hezmbikin û roja înê li hember Ingilîstan erka xwe bînin cî.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".