Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêkarî berdewam e

Şîrketa ABB li Karlskrona radigihîne ku di nav 3-4 salên bê de ewê 300 karkerên nû bigrin.

Lê wergertina ABB ya karkerên nû têra ronakkirina pêşbînîyên Daîreya Kar (Arbetsförmedlingen) nake. Li gor hesabê Daîreya Kar di 2012 û 2013 de 20 000 kesên din li Swêdê wê bêkar bimînin û rêjeya bêkaran bigihîje ji sedî 7.8.

Li gor pêşbînan di nav du salên bê de derdorê 10 000 karên endustrîyê wê nemînin. Lê di sektora xizmeta şexsî û xanîavakirinê de hin karên nû gereke peyda bibin.

Beşên civakê yên ku bêkarî di nav wan de herî bilind e ciwan û bîyanî ne. Li gor lêkolînan ji bo van kesan di pêş de jî rewş wê dijwar be, bi taybetî eger ev kes ne xwedanê perwerdeyeke bilind bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".