Xelk cezayê beledîyan narazîne

Gelek kesên ku ji ber binpêkirina qaîdeyên beledîyan cezayê peran li wan tê birîn ceza narazînin. Vê yekê rêvebirîya polîsê giştî radigihîne. Weke mînak ji sêyan kesekî ku li cîye resmî alkol vexwarîye û loma ceza lê hatîye birîn hîç cezayê xwe narazîne.

Ji xeyrî vexwarina alkolê daleqandina afîşan û etarîya bêdestûr du qaîdeyên din yên beledîyane ku xelk guh nadin wan û cezayê wan narazînin. Salê nêzîkê mîlyonek kron ceza ji ber sedemên behskirî tê dayîn.

Lê ji bo yên ku ceza didin, ango polîs mesele ne pere ne. Ew dixwazin nîşan bidin ku divê mirov li gorî qanûnan tevbigere dibêje Mats Scherp ji polîsê Örebro ye:

-         Bi qasî ku ez dibînim armanca sîstemê ne ew e ku peran têxe xezîna dewletê, lê divê yên ku van şaşîyan dikin gereke bêne kêmkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista