Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Kitêbxanê dibistanan kêm in

Herçend li gor destûra Swêdê divê ji bo hemî xwendevanan kitêbxane hebin jî ji her şeş şagirtên dibistana bingehîn û lîseyê yek bê kitêbxana dibistanê ye. Ev agahî ji Kitêbxana Qiralîyetê (Kungliga Biblioteket) tê.

Rapor herwiha nîşan dide ku di nav kitêbxaneyên dibistanên heyî de kêmasî hene. Piranîya wan ne di avahîya dibistanê de ne û xebatkarên wan kêm in.

Berya çar salan jî lêkolînek bi heman awayî hatibû kirin û dema mirov herduyan dide ber hev tu guhertinên mezin nayên dîtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".