Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
SÎYASET

Reinfeldt û Damberg hatin beramber hev

Hat weşandin onsdag 13 juni 2012 kl 13.35
Gotûbêja serokan
(5:41 min)
Serokwezîr Fredrik Reinfeldt û serokê koma Sosyaldemokratan di parlamento de Mikael Damberg hatin beramber hev. Foto: Scanpix

Serokên partîyan îro di parlamento de gotarên xwe pêşkêş dikin û tên beramber hev. Ji ber ku serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven ne di parlamento de ye Sosyaldemokrat ji alîyê serokê komê yê parlamento Mikael Damberg ve tên temsîl kirin.

Gotûbêja destpêkê ya di parlamento de ji alîyê serokwezîr Fredrik Reinfeldt ve hate kirin. Reinfeldt di axavtina xwe de bi giranî li ser krîza aborî ya li Ewrûpa sekinî.

Mikael Dambergê Sosyaldemokrat di gotara xwe de êrîş birin ser sîyaseta hikûmetê û got: “Hikûmet li benda demên xweştir e, û gelê Swêdê li benda hikûmeteke baştir e“.

- Rewşa li Ewrûpa Swêdê jî elaqedar dike. Ev, wê tesîrê li ser biryarên ku li Swêdê têne standin bike. Tiştên ku li Ewrûpa dibin wê tesîrê li aborîya me, li refaha me, li şert û mercên me yên kar bike.

Ev gotinên serokwezîrê hikûmetê û serokê partîya muhafezekar Moderatan Fredrik Reinfeldt in ku îro di parlamento de kir.

Belê, her heşt partîyên ku di parlamento de ne îro hatin beramber hev û gotarên xwe pêşkêş kirin. Û gotûbêja destpêkê ji alîyê serokwezîr Fredrik Reinfeldt ve hate kirin. Reinfeldt di axavtina xwe de bi giranî li ser krîza aborî ya li Ewrûpa sekinî. Wî behsa desteka ku YE wê bide Spanya û hilbijartinên Yûnanîstanê kir û got divê niha mirov li ser çareserîyên derketina ji krîzê biaxive. Paşê Reinfeldt rewşa YE bi Swêd re da ber hev û îdia kir ku van salên dawî kar bêhtir peyde dibe û rewşa Swêd nexerab e.

Bersiva rasterast ya Fredrik Reinfelt li se krîza Ewrûpa û rewşa Swêdê ji alîyê berdevka Partîya Jîngehê (Miljöpartiet) Åsa Romson ve hat. Romson got ne bi saya sîyaseta hikûmetê lê bi xêra ku gelê Swêdê ji pereyên ewro re gotiye “nexêr, me navê“ Swêd ji kirîzê filitiye.

Ji ber ku serokê partîya mezin ya muxalefetê Sosyaldemokratan Stefan Löfven ne di parlamento de ye Sosyaldemokrat ji alîyê serokê komê yê parlamento Mikael Damberg ve hate temsîl kirin. Damberg di gotara xwe de êrîş birin ser sîyaseta hikûmetê û got: “Rast e Swêd tu caran nikare bibe ya herî mezin û arzan, lê Swêd dikare bibe ya herî baş“ û rexne li Reinfeldt kir ku wan ji dibistanan bêhtir giranî dane arzankirina xwarin û vexwarina li meyxaneyan.

Damberg bi berdewamî got: “Hikûmet li benda demên xweştir e, û gelê Swêdê li benda hikûmeteke baştir e“.

Lê mijara sereke ya axavtina nûnerê Sosyaldemokrat pêşnîyaza wan ya ku îro di DN de eşkerekiribûn bû.

Sosyaldemokrat pêşnîyaz dikin ku ji bo şagirtên dersên wan zeîf dibistana havînî bibe erkeke mecbûrî. Pêşnîyaza ku tê kirin ji bo zarokên ku diçine sinifê 6 ta 9ê ye.

Derbarê pêşnîyazê de Mikael Damberg got salê 12 000 xwendekarên pêngava bilind dîplema wan têra ketina lîseyê nake. Lê ji van tenê ji %4 niha beşdarî dersa havînî dibin. Netîce nîşan didin ku ekserîyeta wan kesên ku diçin dersa havînî paşê mafê ketina lîseyê bidest dixin. Lewra got Mikael Damberg, bi vê destekê mirov dikare şensekî bide herkesî da ku dibistanê biqedînin û pêşeroja wan ronaktir bibe.

Pêşnîyaza dersa havînî ku Sosyaldemokrat dikin ji 20 rojan pêk tê û li gorî hesabê wan mesrefa wê derdorê 125 mîlyon kron e.

Serokwezîr Reinfeldt ji pêşnîyaza Sosyaldemokratan re yekser negot na lê wî destnîşan kir ku berpirsîyarîya dibistanan di destê beledîyan de ye.

-         Dibistanên Swêdê aîdê beledîyan e. Ez bawerim baş e em li ser biaxivin û qebûl bikin ku fînanskerên sereke yê dibistanan ne em in. Ya biryarder aborîya beledîyan e.

Serokê Demokratên Swêdê Jimmy Åkesson di axavtina xwe de gotina Reinfeldt ya “swêdîyên etnîkî“ bibîr anî û got: “Di nav kesên ku li derveyî Ewrûpa jidayîkbûne de bêkarî bilind e“.

-         Ya ku tê dîtin guherîneke bêdeng ya sîstemê ye. Bazareke miaşê arzan derdikeve pêş û penaber beşek in ji vê guherîna sîstemê.

Reinfeldt di bersiva Jimmy Åkesson de xwest cudahîyên navbera sîyaseta xwe û Demokratên Swêdê zelal bike. Reinfeldt got: “Neketina penaberan ya nav bazara kar serêşeke civakî ye. Encama ku Demokratên Swêdê ji vê pirsgirêkê derdixin ew e ku divê ew neyên Swêdê, lê tişta ez lê digerim ew e bê em ê çawa kelemên li pêşîya wan kêm bikin. Û ev du nêrînên ji hev cuda ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".