Foto: Scanpix

Nevs malê îflasa Saab Automobile dikire

Komşîrketa otomobîlên elektrîkê Nevs, National Electric Vehicle Sweden, malê îflasê yê Saab Automobile dikire. Ev yek di civînek çapemeniyê de îro saet 13 hat eşkerekirin. Bi vê re jî karê firotina kompaniyê yê ku ji dawiya sala derbasbûyî ve dewam dikir îro bi encam bû.

Saab Automobil di sala 1990 de ava bû. Wê demê kompanî bi nêvî ya General Motors û ya Saab-Scania AB bû. Piştre kompaniya Investor a Wallenbergan beşê Saab-Scania AB kirî û deh salan piştre  di sala 2000 de GM tevahiya kompaniyê kirî.

Lê rewşa kompaniyê ne baş bû û berdewam xisarên mezin dikir. Hemû hewldanên rizgarkirina kompaniyê ji îflasê bê encam man. Kompaniyê ne pere hebû ku meaşê karkirên xwe ne deynên xwe yên ku her diçûn zêdetir dibûn bide. Di dawiya sala derbasbûyî de Saab Automobile çû îflasê û hejmarek bikiran baldariya xwe nîşan dan.

Nêzî 3 000 karkirên Saabê yên fabrîkeya Trollhättanê ku bê meaş mabûn ji kar hatin derxistin.

Karê firotina kompaniyê yê ku tevahiya buharê û destpêka havînê dewam kir îro bi encam bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".