Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Sosyaldemokrat: Bila erka dibistanê dirêj bibe

Bila erka çûna dibistanê dirêj bike da şagirtên ku di armancên xwendingeha bingehî de ser neketine çend hefteyên havînê jî herin dibistanê, Mikael Damberg ê sosyaldemokrat dibêje. Li gorî wî bi hezaran şagirt dema ku xwendingeha bingehî diqedînin ne amade ne ku dibistana amadeyî ango lîseyê bixwînin. Ji bo vê em dixwazin bi alîkariya mamosteyên profesyonel misoger bikin ku hemû şagirt bikaribin li xwendingeha amadeyî bixwînin, Mikael Damberg dibêje.

Halî hazir 12 000 şagirtên dibistana bingehî bêyî notên temam dibistanê diqedînin. Sosyaldemokrat niha dixwazin dibistana havînê ya hilbijarbar ya heyî bikin mecbûrî.

Li gorî Mikael Damberg buhayê pêşniyazê dikare 125 milyon kron bike û dê di butçeya payîzê ya ku partiyên muxalefetê pêşkêş dikin bi swêdî skuggbudget de cîh bigire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".