Gazên egzoza dîzelê wek sedema kanserê tê sinifandin

Gazên egzoza dîzelê ji texmîna berê bi talûketir in. Rêxistina tendurustiya cîhanî WHO van gazan mîna sedemên kanserê disinifîne. Heta niha gazên egzoza dîzelê mîna îhtîmal e kanserê çêdikin dihatin sinifandin. Niha profesorê tiba kar û jîngehê Per Gustavsson ê enstutiya Karolinska dibêje divê daîreyên Swêdê pîvana heyî ya sînorê gazên egzozê di ber çav re derbas bikin.

Per Gustavsson ê ku bixwe di koma pisporan ya WHO de cîh girtiye dibêje halî hazir sînorê pîvana gazên egzoza dîzelê zêde bilind e û ew ji daîreya jîngeha karî Arbetsmiljöverket re pêşniyaz dike ku wê daxîne.

Lêkolînên heyî destnîşan dikin ku gazên egzoza dîzelê rîska kansera pişikê û ya mîzdankê, û hinek nexweşiyên din peyda dikin.

Heçî gazên egzoza benzînê ye hîn jî wek îhtîmal e ku kanserê peyda bikin tên sinifandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".