wêne:scanpix

Qetilkirina Utöya hat bîranîn

Ji bo bîranîna kesên ku di adeya Utöya û bîna hikûmatê de hat qetilkirin, roja do di navbera 50 000 û 60 000 mirovîn li cîyê Rådhusê li Osloya Norveçê tofbûn û konserek guhdar kirin, dibêje Ekot.

Di navbera adê û reşayê de bakî zor dahat. Salek berê, di 22 ê meha Temmuzê de gellek cîwan ji terorîstekî  direviyan û bi tirseke mezin xwe diavêtin avê.

Do gellek siyasetmedar, cîwan û xwedî,  li gemîyan sîyar bûn û ji bo bîranînê çûn adê. Capemeniyeke giran jî ew ji perê avê ve temaşe kirin.

Di destpêkê de serokwezîr Jens Stoltenber  bi tevê qiral û jina wî ve, çelengek li ber bînaya hikûmatê danîn. Li wê derê 8 mirov hatibûn qetilkirin.

Serokê partîya Socialdemokratê Swêdê Steffan Löfven jî li wir bû. Ewî got: ez heyranê Norveçê me ku ew vê trajedîya mezin bi awayekî gellek baş li rê dibin û pozîtîf li pêşerojê mêze dikin.

Hunermend Bruce Springsteen jî beşdarê bîranînê bû û sitrana xwa ya We shall overkom- evayê jî derbas bibe got.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista