Wêne: Scanpix

Mîgferê bîsîkletê bêtir tê bikaranîn

Ji sisîyan gellên Swêdê yek, naha mîgferê bîsîkletê bi kar tîne.

Zarok û yên hertim bîsiklet dikin yên ku herî baş bi kar tînin, dinivîsîne Mohammad- Reza Yahya lêkolînvanê Enstituya dewlwtê ya ji bo transportê.

Naha ji ber ku rêyên bîsîkletan baştir dibin, gellek bîsîklet dikin. Herwaha jî ew di derbarê qaideyên trafîkê de jî bêtir agahdar dibin.

Ev lêkolina nîşan dide ku bi kar anîna mîgferê bîsîkletê zêdetir bûye û ev di navbera zarokan de gihîştîye ji sedî 80 yî.

Lê mixabin ev di nava zarokên bîyanîyan de ewqas zêde nîne. Gellek zarokên bîyanîyan bê migfer bîsîklet dikin, dibêje Mohammad Reza Yahya.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista