Di 2014ê de piranîya leşkerên swêdî Afganîstanê terk dikin. Foto: Scanpix

Wergêr doza penaxwazîyê li Swêdê dikin

Wergêrên afganî doza penaxwazîyê li Swêdê dikin

Tercimanên ku li Afganîstanê ji bo wergerîya zimên alîkarîya hêza leşkerên swêdî Isafê dikin doza mafê penaberîyê li Swêdê kirin.

Rojnameya Svenska Dagbladet dinivîse ku 24 wergêran tev de daxwaznameyên penaxwazîyê radestî nivîsgeha sefîrê Swêdê li Afganîstanê kirine.

Di 2014ê de piranîya leşkerên swêdî yên Isafê wê Afganîstanê terk bikin û wergêr ditirsin ku bi terkkirina wan re çekdarên telîban wan bikujin.

Lê Lennart Eriksson ji Daîreya Koçê Migrationsverket radigihîne ku nemumkune wergêr bi vî awayî mafê rûniştinê bistînin.

- Em nikarin wiha mafê penaberîyê bidin. Ji bo ku li daxwaznameya wan bê nerîn divê ew li Swêdê bin. Li gor qanûnê nabe ku mirov ji welatê xwe doza penaberîyê li Swêdê bike. Ji alîyekî din ve wergêran bi hev re, wekî kom doza penaberîyê kirine û ev jî ne di çarceva qanûna Swêdî de ye, dibêje pisporê Daîreya Koçê Lennart Eriksson.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".