Springsteen li Göteborg bû. Foto: Scanpix.

Heyranên Springsteen pere dan lê bilêt nesitandin

Bi gomana sextekarîyê, doza tewqîfkirinê li berpirsê giştî yê şîrketa Biljett Nu hate vekirin. Ji bo konsera hunermend Bruce Springsteen ya dawîya hefteyê li Göteberg gelek kesên ku bilêt kirîbûn mane bê bêbilêt û loma şîrket bi xapandinê tê gunehbarkirin.

Berpirsê giştî yê Biljett Nu hefteya derbasbûyî hate binçavkirin û dozger ji ber şikjêkirinê dawa lê vekir.

Parêzerê berpirsê giştî yê şîrketa Biljett Nu dibêje şaşîtîyek derketîye, mebesta xapandinê nebûye û pereyên mexdûran wê li wan bên vegerandin.

Di nava vê hefteyê de gereke biryara dadgeha destpêkî ya Göteborgê derbarê dozê de eşkere bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".