Olîmpîyad îsal li Londonê ye. Foto: Scanpix

Di olîmpîyadê de Swêd hê destevala ye

Di lîstikên olîmpîyadê yên Londonê de Swêdê heta niha yek medalya jî nesitandîye. Bendewarîyên Swêdê hebûn ku Sarah Sjöström di avjenîya pirpirîkî de medalyakî bi dest bixe lê ew bi ser neket.

Bes hîna Lîstikên Olîmpîyadê berdewam in û eger meriv guh bide pisporên almanî Swêd gereke di lîstikên îsal de şeş medalyan bistîne. Pisporên ji Zanîngeha Bochumê li agahîyên aborî, sîyasî, çandî û demografîk yên welatan nerîne û bi vî awayî lîsteyek derxistine. Li gor lîstê Çîn wê bi 102 medalyan di cîhanê de welatê herî zêde serkeftî be. Di nav dewletên bakur de jî ya ku herî zêde medalyan bistîne gereke Norvêc be.

Ev formula pisporên almanî di olîmpîyadên Atîna û Pekîngê de ji %97 rast derketibûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista