
Rewş ber bi başîyê ve diçe. Foto: Scanpix
Ekonomîya Swêdê li xwe zêde dike
Hatinîya Netewî ya Nesafî di sêmehên dawî de li gorî par heman çaxî ji %2,3 bilind bû. Van agahadarîyan Buroya Îstatîstîkê ya Navendî SCB eşkere dike.
Di vê demê de qezenca herî zêde di îxracatê de tê dîtin, li gor reqeman firotina derveyî welêt ji %1,7 bilind bûye. Kirîna ji derveyî welêt, ango îtxalat ji %0,2 kêm bûye.
Di van sê mehan de di rewşa kar de tu guhertinên mezin xuya nakin lê serfkarî û mesrefên dewletê zêde bûne.
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.