Emnîyeta otobusan kêm e

Ji heft otubusan yek emnîyeta wê ewqas kêm e ku agir dikare pê bikeve. Ev encama îstatîstîka testkirina wesayîtan Bilprovningen e û lewra hejmareke mezin ya otobusan testê xelas nakin.

Ji sala 2001ê ve Bilprovningen ewlekarîya şewatê ya otobusan kontrol dike û li gor îstatîstîkê şewata otobusan her ku diçe zêdetir dibe. Bi raya Björn Sundström ji Enstîtuya Lêkolînên Teknîkî sebeb guhertinên teknîkî ne.

-      Ji bo ku deng zêde ji otobusan neyê motor tê îzolekirin, dema deng hate îzolekirin germayî jî tê îzolekirin û hingî agir zûtir pêdikeve.

Beşek ji otobusên li Swêdê bi sîstema vemirandina otomat hatine teçîz kirin û bi raya Sundström divê ev teknîk di bêhtir otobusan de bê bicîkirin.