BAZARA KAR

Ji sektora giştî re akademîsyen lazim in

Di nava heft salan de ji sektora giştî re 420 hezar karker wê pêwîst be. Lê rewş dikare dijwar bibe ji bo ku piranîya wan divê akademîsyen bin, lê kêfa akademîsyenan zêde ji sektora giştî re nayê.

Li Zanîngeha Linköpingê berya nebigelekî di nav xwendevanan de lêkolînek hate kirin. Di lêkolînê de kifş bû ku tenê ji %14ê xwendevanan dixwazin di sektora giştî de kar bikin.

Rêxistina Beledî û Wîlayetên Swêdê (SKL) radigihîne ku pirsgirêka wan ya sereke ew e ku ”sektora giştî heye lê nexuyaye”.

Vêce ji bo ku xuya bikin û bala ciwanan bikişînin ser vê sektora mezin rêxistina Beledî û Wîlayetên Swêdê (SKL) dest bi kampanyakê dike.

Seroka federasyona akademîsyenan SACO Maria Ehlin Kolk kampanyê bi erênî pêşwazî dike:

 - Berpirsîyarî dualî ye, divê akademî bikaribe baştir gazî bike. Lê sektora giştî jî divê bi rêya dersan, semîneran û hwd di perwerdê de bêhtir xuya bike, dibêje Maria Ehlin Kolk ji federasyona akademîsyenan SACO.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista