Aron Modig. Foto: SCANPIX

Aron Modig vedigere Swêd

Rayedarên kubayî duh êvarê serokê federasyona ciwanên Xiristîyanên Demokrat Aron Modig berdan. Modig li Kuba qeza kiribû, di qezayê de rexnegirê rejima Kubayê Oswalo Paya yê bi Modig re miribû û bi lêkolîna qezayê re Aron Modig hatibû girtin.

Malbata Paya îdia kiribû ku ji qestî dane ser wesayîta wan da Paya bikujin, lê di konferanseke çapemenîyê de li Havanna Modig got rûdan ne tiştekî qestî, lê qeza bû.

Di nêzîk de gerek Aron Modig vegere Swêd.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista