Bi navê semînera kêf û şahî. Foto: Scanpix

Bixwe, vexwe ji kîsê dewletê

Dezgeha Geşepêdanê (Tillväxtverket) di sala 2010ê de 7,5 milyon kron li semîner û nûnerîyê xerc kirine.

Rêvebirê giştî dibêje dema wî bihîstîye ew şok bûye û sendîka rêvebirîyê tawanbar dike. Hikûmetê ji bo civînê gazî berpirsan kirîye.

Rojnameya Dagens Nyheter di hejmara îro de dinivîse ku vê dezgeha resmî bac jî paş de wergirtîye.

Şîvên fexfexe, aheng, ceribandina şerabê, kêf û şahîyên din ji Skatteverket re wekî semîner hatine raporkirin. Bi vî awayî Dezgeha Geşepêdanê baca xwarin û vexwarinên xwe gişt paş de standine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista