TAWANKARÎ

Li Eskilstuna teqîn - du birîndar

Şevê din li Eskilstuna di gulereşandinekê de du kes birîndar bûn. Sebeb hîna nayê zanîn û heta niha polîs nikarîye li birîndaran guhdarî bike bê ew çi dibêjin. Lê herdu birîndar jî ji ber sûcên narkotîkê ji alîyê polîsan ve têne naskirin.

Li gor gotinên polîs jîyana birîndaran ne di xeterê de ye û ji ber bûyera ku weke hewldana kuştinê hatîye binavkirin polîs hê tu kes negirtîye

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".