JIN

Barê stargehên jinan girantir bûye

Stargehên jinan radigihînin ku di vê havînê de barê wan gelekî girantir bûye û beledîyan desteka xwe kêm kirine.

Federasyona Stargehên Jin û Keçan, SKR, dîyar dike ku di vê havînê de nêzîkê deh stargehan gotine barê wan girantir bûye. Sedem jî ew e ku jin nikarin piştgirîyê ji beledîyan wergirin, dimînin heyirî û loma berê xwe didin stargehan.

Ji bo rêxistinên dilxwaz bikaribin ji bin bar rabin hikûmet wê binêre bê ew dikare alîkarîyê bide yan na, dibêje Carin Götblad, koordînatora netewî ya piştgirîya jinan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista