Gelek penaber ji Balkan tên. Wêne: SR
PENABERÎ

Koça ji Balkan vê carê ji nêza ye

Herçend li gor qanûna Swêdê tu egerên penaxwazîyê yên hiqûqî nemane jî bi hezaran kes ji Balkan hê jî koçî Swêdê dikin. Sedem li gor Dagens Nyheterê xizanî û feqîrîya ku li herêmê belav bûye ye.

Tenê di van herdu heyvên dawî de nêzîkê hezar kesî ji Bosna Hersegovîna hatine Swêdê.

Ji xeyrî bosnîyan serbî jî gelek tên, nexasim piştî rakirina vîza Şengenê ji bo Sirbîstanê. Ji sala 2010ê ve 10 hezar serbîyan daxwaza penaberîyê li Swêdê kirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista