Swêd yekem medalya di siwarîyê de stand

Di Lîstikên Olîmpîyadê de li Londonê siwara hespê bi navê Wega, Sara Ostholt medalyayê Swêd yê pêşî bi dest xist.

Eger Ostholt kelema dawî nedaba erdê ew ê zêr bistanda, lê ji ber ku astenga dawî xelas nekir wê zîv stand. Di heman pêşbazîyê de siwara alman bû xwedîya zêr.