Îro bîranîna ”Şeva Qereçîyan” e

Îro roja balkişandina Şeva Qereçîyan e. Di navbera 2 û 3ê tebaxa 1944ê de 3000 romanî birin odeyên jehrî li Aushwits li Almanya. Romanîyên ku li wir hatin kuştin yên dawî bûn ku li kampa civandinê ya Aushwitz-Birkenau girtî bûn.

Ji bo bîranîna vê rojê li meydana Raoul Wallenberg li Stockholmê îro merasimeke tê lidarxistin. Seroka berê ya Sosyaldemokratan Mona Sahlin yek ji beşdarên bîranînê ye.