TBE bi pêvedana qijnikan digihê mirovan. Foto: SR

Ji ber pêvedana qijnikan gelek kes nexweş dikevin

Di nav van heft heyvên îsal de 86 kes bi nexweşîya kulbûna mêjî, ku bi pêvedana qijnikan digihe mirovan ketine. Tu caran berê di vî wextî de ewqas kes bi vê nexweşîyê neketibûn û li gor pêşbînên rêvebirîya Parastina Vegirtinê (Smittskyddsstyrelsen) îsal wê îsal nêzîkê 300 kesî bi nexweşîyê bikevin.

Tê ragihandin ku li hember vegirtinê gelek kes aşîyê li xwe nadin herçend ew li herêmên bi xeter dijîn jî, sedem jî dibe ku bihayê aşîyê be.

Nexweşîya TBE demeke dirêj tenê li herêma Mälardalên û derdora Stockholmê hebû û berê 20-30 kes pê diketin. Lê niha ew li tevaya başûrê Swêdê belav bûye û salê bi sedan kes pê dikevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista