Hejmara întixaran herî zêde li Värmland e

Hejmara kesên ku intîxar dikin li hin herêman li gorî yên din gelekî bilindtir e.

Televizyona Swêdî SVT li întixarên navbera sala 2000 û 2011ê nerî ye. Rewşa herî xerab ya Värmland, Gävleborg, Jämtland û Gotland e. Li Värmland ji sed hezar kesî 16 kes xwe dikujin.

Bi raya profesorê rûhî Lars Jacobsson ji Zanîngeha Umeå hin beşkerên hevbeş di navbera herêmên rewşa wan xerab de hene. Jacobsson dibêje ew deverên bejayî ne, bêkarî li wan zêde ye û gelek kes ji wan deveran koç dikin. Li van herêman dibêje profesor Jacobsson depresyona kolektîv jî carcaran tê dîtin.

Rewşa herî baş li gor SVT herêma Västerbotten e, ango derdorê Skellefteå û Umeå ye. Li wir hejmara kesên întixar dikin ji sed hezarî 10 e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista