Foto: Gunnar Lundmark / Scanpix

Salê milyonek ton xwarin tê avêtin

Lêkolîneke Dezgeha Lênerîna Xwezayî (Naturvårdsverket) dide xuya kirin ku herî zêde mal xwarinê diavêjin. Ev agahî îro di rojnameya Dagens Nyheter de hatîye eşkerekirin.

Berya niha dihat bawerkirin ku herî zêde di kirîn û firotina xwarinê ya rojane de xwarin tê avêtin. Lê ne wisa ye. Mal ji dikanên xwarinê û branşa restorantan bêhtir xwarinê diavêjin.

Lêkolîn nîşan dide ku li Swêd salê derdorê milyonek ton xwarin tê firotin. Ji vê xwarinê nîvî bêhtir mal diavêjin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".