Foto: Pressbild

Christina Lugnet poşman e

Birêvebira giştî ya Dezgeha Geşepêdanê Christina Lugnet poşmane ku wan ewqas mesref li Grand Hotel li Stockholmê xerc kirine.

Di hevpyevîneke bi TT re Lugnet dibêje şaşîtîya mezin ew bû ku wan li Grand Hotel şîv xwarin, ji ber ku ew der pir biha bû. Ew herwiha radigihîne ku derheqê mesrefa xwarin û vexwarinê de niha lêpirsînek hatîyê destpêkirin.

Di daxuyanîyên berya niha de Christina Lugnet gotibû alternatîva herî arzan Grand Hotel bû û lewra wan ew hilbijartibûn. Mesrefa şîveke ku 300 karkerên wan li wir xwaribûn gihabû 800 000 kron.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".