Balyozê Swêdê Stefan Eriksson, Alexander Lukashenko, serokê Rûsîya sipî. Wêne: Scanpix. Montage: Sveriges Radio.

Rûsîya sipî balyozê Swêdê ji welatî der dike

Li gor ragihandinên wezîrê karûbarê derve yê Swêdê Carl Bildt, balyozê Swêdê ji Rûsîya sipî tên der kirin.

-Ew gûmanên ji balyozê Swêdê bûne bê bingehin.

Balyozê Swêdê bi danîna peywendîyê bi opozisyonê re hatîye sûcdarî kirin û Carl Bildt tu sûc û tawanî di vê yekê de nabîne. Bildt dibêje, rê bo balyozê hizirkirî yê Rûsîyaya sipî piștî vê bûyerê ne vekirîye û em wî li Swêdê naxwazin. Herweha ji du ji endamên nûnerayetîya Rûsîyaya sipî li Swêdê hatîye xwestin ku ji Swêdê derkevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".