Wêne: Scanpix

Swêdî medalyayên zêrîn wergirtin

Fredrik Lööf û Max Salminen doh, yekșem mêdalyayên olîmpîyadê yên zêrîn wergirtin di pêșberkeya werzișa keștîbayê de. Lööf û Salminen di pêșberkeya babirkan de sêyem bûn û rêya wan bo medalyaya zêrîn dûr bû. Lê di babirkeyê de bi kontrol bûn û ta dawîyê li pêșîyê bûn û serketî giheștin armancê.

Bo ku herdu swêdî karibin medalyayên zêrîn werbirgin divabû birîtanî heftem hatibana û di rastîyê de jî bû. Medalyayên zêrîn yên yekșemê, ya sêyem bû bo Lööf di OS de û hewildana șeșem bû bo wî. Ev lîstika olîmpîyadê ya pêncem e ku Swêd di beșê keștîbayê de medalya werdigire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".