Wêne: Lars Pehrson/Scanpix

Keҁa 17 salî li nexweșxaneyê mir

Keҁa 17 salî ya li Sollentuna di apartemanekê de hate gulebaran kirin, piștî demkê li nexweșxaneyê mir. Polîsê herêma bakûr ya Stockholmê radigihînin ku mêrê 18 salî yê li derveyê avahîyê hate girtin nuha ba polîs girtî ye.

Û di jêpirsîn û șîrove kirinên îro de, mêrê 18 salî tawana jê tên guman kirin inkar kir. Lê mukir hat ku sîlah yê wî bû.

Parêzerê mêrê 18 salî dibêje ku guleberdan ne bi qesd bû û ku dê lêkolîn eșkere bike ku agahîyên mêrê 18 salî rastî ne. Ku ciwanên di navbera 15-19 salîyê de bi destê ciwanekî hemtemen bên kuștin neasayî ye.

Bi texmîn di salekê de du caran dibe. Ku ya tên kuștin keҁ e kêm caran dibe, di 22 salan de 15 keҁ di navbera 15-19 salîyê de bi destê gencekî din hatine kuștin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".