Wêne: Mats Andersson/Scanpix.

"Bankeya navendî siyaseteke șaș meșandîye"

Bankeya navendî siyaseteke peryan ya șaș bi rê ve birîye û faîza swêdî di van salên dawî de zêde bilind danîye. Encamên vê siyaseta șaș asta bêkarîyê ya bilind û nepêwîst e. Cêgirê șefê bankeya navendî Lars E O Svensson vê yekê di hevpeyvînekê bi rojnameya Dagens Nyheter re îda dike.

Svensson rexnedarê têgihiștina piranî di bankeya navendî de ye û li gor nerînên wî asta faîz li Swêdê, bi kêmanî bi 0,5 yekîneyên ji sedî zêde bilind e. Ew hebûna lêkolîner û profêsorên bêhtir di bankeya navendî de pêwîst dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".