Foto: Simon Paulin/Scanpix.

Sture Bergwall beraat kir

Sture Bergwall, yê bi navê berê Thomas Quick, beraat kir ji gûmana sûcê kuştina Johan Asplund ê yazdeh salî. Ev biryara dadgeha destpêkî ya Sundsvallê ya ku îro înê hat dayîn dihat payîn piştî ku dozgerê giştî di adarê de biryar da ku lêpirsînê betal bike. Bi vî awayî Bergwall beraat dike ji sê sûcên ku berê li wî hatine birrîn û wî îtiraz kiriye. Johan Asplund sala 1980 rojekê wendayî bû û nema hat malê. Quick sala 2001 ji ber kuştina wî ceze wergirtibû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".