Sjöstedt axaftina xwe li malbajarê xwe kir. Foto: Anna-Karin Drugge/Scanpix.

Sjöstedt rexneyên tund li hikûmetê barand

Serokê partiya çep Vänsterpartiet Jonas Sjöstedt doh axaftina xwe ya havînê kir. Sjöstedt di axaftina xwe ya li bajarê Umeå de behsa eşkerekirinên di derbarê daîreya mezinbûna aborî Tillväxtverket û wezareta sanayiyê kir û got axaftina serokwezîr Fredrik Reinfeldt nîşan daye ku ew westiyaye û fikrên wî yên nû jî nînin, Jonas Sjöstedt got.

Xebata ji bo avahiya bingehîn, wek ku Reinfeldt dixwaze bike, baş e ku em jî ji zû ve vê yekê dixwazin. Lê siyasetek ji bo tevahiya Swêdê bi çêkirina metroya heta Nacka –ya dewlemendan- me nagihîne tu deverê, Jonas Sjöstedt got.

Heçî kompaniyên ku personelan didin kargehan e jî, Vänsterpartiet dixwaze ku "hişk qedexe be” ku kargirên xwedî karê daîmî ji kar bên derxistin û bên guhertin bi personelên ji kompaniyên personelan.

Sjöstedt soz da ku eger partiya çep hilbijartina pêşiya me bê desthilatiyê ew dê wan kompaniyên ku li ser hesabê refaha giştî karê dikin ji holê rakin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".