Annie Lööf. Foto: Jessica Gow/Scanpix

Baweriya bi Annie Lööf pir kêm bûye

Baweriya bi seroka partiya navendê Centerpartiet û wezîra sanayiyê Annie Lööf pir kêm bûye piştî ku eşkere bû ku bi hesabên zêde li restaurantan xwariye. Li gorî lêpirsîna raya giştî ya ku Novus ji bo rojnameya Dagens Industri çêkiriye baweriya %12 ji 1000 bersivdêran mezin e bi Lööf û ya %49 jî kêm e. Berî bi nîv salê ji pênc kesan yek bawerî ji wezîrê re hebûn li gorî Novusê, lê yanî ev yek piştî eşkerebûna hinek zanyariyan kêm bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".